1 Hezîranê Roja Zarokan: Zarok li kolanan bûne karker
Endamên Tevgera Jin ên Ciwan ên Têkoşer li kolanên Silêmaniyeyê diyarî û pêlîstok li zarokan belav kirin.
Endamên Tevgera Jin ên Ciwan ên Têkoşer li kolanên Silêmaniyeyê diyarî û pêlîstok li zarokan belav kirin.
Biryara li ser Roja Zarokan a Navneteweyî sala 1925'an di Konferansa Cîhana ji bo Aramiya Zarokan de li Cenevreyê hate wergirtin. Di wê demê de 54 dewlet tevlî ev konferansê bûn û danezana parastina zarokan lê hate qebûlkirin. Ji wê rojê şûn ve ji bo hestên hevpar ava bibe, netew di nava aştiyê de bijî ev roj hatiye îlankirin. Piştî Konferansê gelek dewlet ji bo balê bikşîne li ser pirsgirêka zarokan rojekî ji bo zarokan hatiye diyar kirin.
Di danezanê de qaşo li ser xizanî, karkeriya zarokan, perwerdeyê hatiye sekinandin lê ji wê pêvajoyê vir ve zarok her ji derveyî hebûna xwe ji bo berjewendiya pergalê hatine bikaranîn.
Di ser sala 1925'an re 95 sal derbas bûne. Em îro berê xwe didin rewşa zarokan, zarok divê li ku derê be lê zarok li ku derê ye?
Zarok li bê îstîsna li her dewletê ji bo pergala kapîtalîzmê bûye karkerên erzan. Zarok êdî ji bo pergalê hêza qezencê ye. Zarok ji xwezaya xwe tê dûr xistin û bi darê zorê, bi pereyek pir erzan tê xebitandin. Bi gotinek din tê îstîsmarkirin.
Zarok bi vê jî mafê xwe yê herî bingehîn ji perwerde tê dûr xistin.
Zarok, bê îradeya xwe tên zewicandin. Di esas de dîsa tê îstîsmarkirin. Ji hemû mafê xwe ji dest tê girtin û bê fam bi jiyanekî din re mecbûr dimîne ku bijî. Mînaka zarokan pê re, zarok ji çarkên pergalê bizîvire bi her awayî bi hovane tê xebitandin.
Li Rojhilata Navîn zarok; karkertî, bi darê zorê yan bê agahî zewac, ji perwerdeyê dûr, bi fikrên qirêj di şer de karkirin, bi şer koçberî...
Zarok, li Rojhilata Navîn herî pir bi derketina şer bandor dibin û ji bajar û welatên xwe dûr dikevin. Bi wê temenê xwe yê piçûk dikeve pê nan. Dikeve pê karê ku nikare bike. Koçberî jiyana wan bi carekê ve diguherîne û mehkûmî jiyana mezinan dike.
Jin ên Ciwan ên Têkoşer demeke dirêj e li Başûrê Kurdistanê ji bo zarokan kar dike. Demên dawî jî dest bi lêkolînê kiriye. Di vê mijarê de bi taybetmendiya Başûrê Kurdistanê, ji ber rewşa şerê ku pergala qirêj li Rojhilata Navîn derxistiye wek Iraq, Suriye, Rojavayê Kurdistanê yê ku ji şer koçberî Başûrê Kurdistanê bûye. Ji ber vê rewşê Jin ên Ciwan ên Têkoşer li ser vê mijarê lêkolîn, kar û xebatê xwe didomîne.
Jin ên Ciwan ên Têkoşer bi wesîleya rojê li kolanên Silêmaniyeyê bi zarokan re dem derbas kirin û pêlîstok li wan belav kirin.
Ev xebat ji alî 7 endamên Jinên Ciwan hat meşandin û ji dehan zarokên karker re lîstok hat dayîn.
Li kolan û bazarên Silêmanî temenê wan 6 heta 18 bi hezaran zarokên karker tê xebitandin. Di nav van zarokan de gelek zarokên keç hene. Piraniya zarokan erebên Iraq û Suriye ne. Di navê zarokên Kurd jî hene. Endamên Jinên Ciwan, ji seatên sibehê heta ber vî êvarê bi dehan zarokên karker re dem derbas kir. Hemû zarok jî ji ber şer û ji ber rewşa aboriyê koçber bûne. Derfetên perwerdeyê nabîne. Zarok di axaftinê de gelemperî ji bo çi kar dike, nizane.
Di vê çarçoveyê de xebatên Jinên Ciwanên Têkoşer ji bo zarokên karker, ji bo zarokên ku derfetê perwerdeyê nabîne û zarokên ku tê zewicandin xebatên cur bi cur tê meşandin.