15'ê Tebaxê li Bradostê hate pîrozkirin

Gerîlayên li herêma Bradostê, salvegera 34'an a Pêngava 15'ê Tebaxê bi teqandina fîşekên hewayî pîroz kirin.

Gerîlayên HPG û YJA Starê yên li herêma Bradostê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li ber xwe didin, salvegera 34'an a Pêngava 15'ê Tebaxê bi fîşekên hewayî pîroz kirin.

Li vê herêmê ku timî du-sê balafirên keşfê digerin û bi obus û balafirên şer tê bombekirin, gerîlayan li gorî xwe 15'ê Tebaxê pîroz kirin.