2 siyasetmedarên jin hatin destgîrkirin

Hevşaredara Farqînê Naşîde Toprak û rêvebera Komeleya Jinan a Rosa Rojda Bariş hatin destgîrkirin.

Hevşaredara navçeya Farqînê ya Amedê Naşîde Toprak, ku qeyûm anîbûn şûna wê û  rêvebera Komeleya Jinan a Rosa Rojda Bariş  hatin destgîrkirin.

Polîsên Tirk serê sibê bi ser mala Bariş û Toprak de girtin û ew destgîr kirin.
 
Hat diyar kirin ku Toprak û Bariş birin Midûriyeta Polîsan a Amedê.