Şewata li Dersimê berbelav dibe

Şewata li Dersimê ku ji ber bombebarana artêşa Tirk a dagirker destpêkirîbû, her ku diçe berbelav dibe.

Ji ber bombebarana artêşa Tirk a dagirker li herêma Xiran a di navbera bejahiya gundê Zerikan û Guleç yê navçeya Mêzger a Dersimê şewat derket. Her diçe şewata li herêmê berbelav dibe û gundî jî hewld didin  şewatê bitefînin

Gelê navçeyê ji bo vemirandina şewatê wê sibê biçe herêmê. Gundiyan ji bo vemirandina şewatê bang kirin.