Şewata li Dersimê dewam dike

Şewata ku ji ber bomberdûmana artêşa Tirk li herêma Kûtûdere ya Dersimê dest pê kir, li qadeke berfireh belav dibe.

Li geliyê Roj ê herêma Kûtûdere ya Dersimê ji ber bomberdûmana ji hewayê şewat derketibû û 7 roj in dewam dike. Welatî dixwazin şewatê vemirînin lê belê leşkerên Tirk bi gotina 'herêma ewlekariyê ya taybet e' li pêşiya welatiyan dibin asteng.

Şewata li herêma Xîran a navbera gundên Guleç û Zerîkan ên navçeya Mazgîrtê doh ji aliyê gundiyan ve nîvê şevê hate vemirandin.