Ûmût ê ku polîsan ew birîndar kiribû hê jî nehatiye ser hişê xwe

Ûmût O. ê 4 salî yê ku li Hezexê wesayîta polîsan lê qelibî hê jî nehatiye ser hişê xwe.

Hat ragihandin ku Ûmût O. ê 4 salî yê ku li Hezexa Şirnexê dema li ber mala xwe dilîst, wesayîta polîsan lê qelibîbû hê jî nehatiye ser hişê xwe.

Ûmût ê ku li Êlihê di nexweşxaneyeke taybet de tê tedawîkirin malbata wî têkildarî rewşa wî diyar kir ku Ûmût ameliyatek derbas kiriye û di serî û pişika wî de rîsk heye û hê jî nehatiye ser hişê xwe.

Wê li bendê bimînin ku bila hewaya di pişika Ûmût de, derkeve derve.