Artêşa dagirker li Licê dest bi operasyonê kir

Artêşa Tirk a dagirker li bejahiya navçeya Licê ya Amedê dest bi operasyonê kir.

Li gorî çavkaniyên xwecihî li bejahiya sêgoşeya Amed, Mûş û Çewlikê nêzî 3 hezar tîmên taybet û cerdevan ên artêşa Tirk di 8'ê Cotmehê de dest bi operasyoneke berfireh kirin.

Operasyon hîn jî didome. Li başûrê Licê li taxên Mişirf, Kerwe, Nenyas û Licokê di 13'ê Mijdarê de operasyonekê dest pê kir. Yekîneyên taybet û cerdevan beşdarî vê operasyonê dibin.