Artêşa Tirk bombe li Biradostê barand

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li herêma Biradost a girêdayî navçeya Sîdekan a Hewlêrê barandin.

Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a dagirker ya li ser Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Balafirên şer ên artêşa Tirk saet derdorî 20:30’î de bombe li herêma Biradost a girêdayî navçeya Sîdekan a Hewlêrê barandin.

Balafirên şer bombe li gundên Lêlîkan, Xelîfan, Sîran, Alîhkan, Nawmêrgê li gel devera Çiyadêl û Gere Kewîtê barandin.

Di encama bomberdûmanê de li herêmê şerwat derket.