Artêşa Tirk çiyayê Gabarê dişewitîne

Li herêma çiyayê Gabarê ji ber topbarana ji qereqolên artêşa Tirk şewateke mezin derket.

Li herêma çiyayê Gabarê ku di navbera navenda Şirnexê û navçeya Cizîrê de ye, danê vê sibehê şewat derket. Şewata ku ji ber topbarana ji qereqolên li herêmê derket hîn jî dewam dike.

Şewat li cihekî fireh belav bûye û ji bo vemirandinê heta niha tiştek nehatiye kirin.