Asayîşa PDK'ê rêya Mexmûr-Hewlêrê girt
Ji bo şermezarkirina êrîşa dewleta Tirk a li ser Efrînê, Mexmûriyan berê xwe dan Hewlêrê lê belê Asayîşa PDK'ê pêşî li wan girt.
Ji bo şermezarkirina êrîşa dewleta Tirk a li ser Efrînê, Mexmûriyan berê xwe dan Hewlêrê lê belê Asayîşa PDK'ê pêşî li wan girt.
Şêniyên Mexmûrê li benda kontrolê (seytere) ya navbera Mexmûr û Hewlêrê hatin rawestandin. Mexmûrî helwesta PDK'ê protesto dikin. Rêya Hewlêr-Mexmûrê ji her du aliyan ve ji aliyê Asayîşa PDK'ê ve hatiye girtin. Nêzî 500 Mexmûrî vê astengiya PDK'ê şermezar dikin.
Rewşa aloz a li ser rê dewam dike.