Balafirên şer bombe li Behdînanê barandin

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bombe li 3 herêmên Behdînanê barandin

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine wergirtin, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker vê sibê seat 09:15’an de bombe li herêma Kurêjaro, Geliyê Balinde û Avaşîn ya herêma Behdînanê barandin.

Têkildarî encamên bombebaranê agahiyek zelal bidest neket, diyar bû tevgera balafirên keşfê li herêmê didome.