Balafirên şer bombeyan li Akrê dibarîne

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombeyan li devera navçeya Akrê ya girêdayî Dihok a Başûrê Kurdistanê dibarîne.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatin girtin, balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li navçeya Akrê ya girêdayî Dihok a Başûrê Kurdistanê dibarîne.

Dîsa heman çavkaniyan diyar kir ku balafirên şer ji saet derdorî 14:00’an ve herêma Bakirman a girêdayî Akrê jî bomberdûman dike.

Bomberdûmana li herêmê hê jî dom dike.

 Duh jî balafirên şer ên Tirk Xaxûrkê û Qendîl bombe kiribûn.