Balafirên şer ên dewleta Tirk Avaşîn bomberdûman dikin

Balafirên şer ên dewleta Tirk herêma Avaşîn a girêdayî qezaya Amêdiyê bomberdûman dikin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatin girtin, balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker ji saet 18:30’ê ve herêma Avaşîn a girêdayî qezaya Amêdiyê ya Dihokê bomberdûman dike.

Heman çavkaniyê diyar kir ku bomberdûmana li herêmê hê jî dewam dike.

Têkildarî ziyan û bidawîbûna bomberdûmanê de ti agahiyên zelal nehatine bi destxistin.