Balafirên şer ên Tirk bombe li gundên Amêdiyê dibarînin

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker li gel devera Nêrwe gundê Rêkan yê Amêdiyê ya Başûrê Kurdistanê bombe dike.

Balafirên şer ên artêşa Tirk devera Nêrwe û gundê Rêkan ên girêdayî navçeya Amêdiyê ya bajarê Dihokê bomberdûman kirin.

Li gorî agahiyên hatin girtin, balafirên şer di van saetan de devera Nêrwe û gundê Rêkan digerin û bombeyan li deverê dibarînin.

Têkildarî ziyanên bomberdûmanê agahiyên zelel nehatin bidestxistin.