Balafirên şer ên Tirk bombe li herêma Lolanê barandin

Balafirên şer ên Tirk bombe li herêma Lolanê ya navçeya Sidekan a Başûrê Kurdistanê barandin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, balafirên şer ên Tirk danê nîvro bombe li herêma Lolanê ya navçeya Sidekan a Başûrê Kurdistanê barandin.

Tê gotin, balafirên keşfê hîn jî li ser herêmê digerin. Li ser encama êrîşê agahiyeke zelal bi dest neket.

Gundiyên li herêma Bradostê ragihandin ku liv û tevgera hewayî ya li herêmê rojên dawî bê navber dewam dike.