Balafirên şer ên Tirk li Amêdiyê li jîngehên sivîlan dixe

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker, bombeyan li jîngehên herêma sivîl ên Amêdiyê ya Başûrê Kurdistanê dibarîne.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatin girtin, balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker ji saet 15:30’an ve bombeyan li gundê Guherzi yê Dêrelok û Herêmên Nêrweh, Rêkan û Berwarî yên girêdayî Amdêiyê ya Başûrê Kurdistanê dibarîne.

Hate ragihdin herêmên hatine bomberdûman kirin jîngehên sivîlan in û du roket jî li gundê Guherzî ketiye.