Balafirên şer ên Tirk qada Xantûrê bombe dikin

Artêşa Tirk a dagirker qada Xantûrê ji hewa ve bombe dike, sewqiyateke zêde jî tê kirin.

Li gorî saloxên ku ji cih hatine standine balafirên şer ên Tirk û helîkoptêrên Kobrayê qada Xanturê ya Heftanînê bombe dikin.

Li gorî saloxên ji cih hatine standin artêşa Tirk a dagirker her wiha gelek leşker û cerdevanan jî dibe.