Balafirên şer bombe li Qendîl û Bradostê barandin

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bombe li herêma Qendîl û Bradostê barandin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine girtin, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker saet 15:30'an bombe  li derdora gundên Qalatûka, Sûred û herêma Şehîd Harûn ên Qendîlê û  Xakurk, Geliyê Reş, Lolan û Şeko yên Bradostê  barandin.

Bombebarana li herêma Qendîlê didome..

Têkildarî encamên bombebaranê agahiyên zelal bidest neketin.