Li Şengalê êrîşên hewayî tên lidarxistin- NÛ BÛ

Balefirên şer Şengalê bomberdûman dikin. Bomberdûmana ku saet di 17.00’an de dest pê kiribû hê jî didome.

Geliyê Şîlo yê Şengalê û derdora wê bi balefirên şer tên bomberdûmankirin. Bomberdûmana ku saet di 17.00’an de dest pê kiribû, hê jî didome.

Hate ragihandin ku êrîş li dijî wesayîtekê hatiye kirin û sivîlên di nav wesayîtê de birîndar bûne.

Li ser herêmê bi firfirokên bêmirov keşf tê kirin.