Cenazeyê Îşbîlîr ê HPG'yî piştî 4 mehan li Wanê hate veşartin

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Erdal Îşbîlîr ku 17'ê Îlona 2017'an li Sêrtê şehîd bû, piştî 4 mehan li Wanê hate veşartin.

Li herêma Herekolê ya Sêrtê, di bomberdûmana hewayî ya 17-18'ê Îlona 2017'an de gerîlayê HPG'ê Erdal Îşbîlîr (Eşref Kûrtay) tevî 13 hevalên xwe şehîd bûbû û li Goristana Bêkesan a li Sêrtê hatibû veşartin. Piştî ku nasname hate tespîtkirin, malbatê cenaze ji goristana bêkesan derxist û anî warê wî Wanê.

Cenazeyê Îşbîlîr danê sibehê li taxa Suphanê ya navçeya Rêya Armûşê bi merasîmekê hate veşartin.