Cenazeyê Celal Ovmen radestî malbatê hate kirin

Cenazeyê Celal Ovmen (Sîpan Çiyager) ku yek ji 267 cenazeyên ji Goristana Garzanê ya li gundê Oleka Jor a Bedlîsê ji gorê hatin derxistin, radestî malbatê hate kirin.

Piştî ku ceanaze ji bo otopsiyê birin Saziya Tipa Edlî, malbatê serî li Dozgeriya Bedlîsê dabû û diyar kiribû ku otopsiya cenaze berê hatibû kirin û xwestibû bê radestkirin.

Li ser vê yekê cenazeyê Ovmen berî ku cara duyemîn otopsî lê bê kirin radestî malbatê hate kirin.

Malbatê cenaze ji Nexweşxaneya dewletê ya Tetwanê rakir û li gundê Sîpana Jêr a li navçeya Adilcewazê veşart.

Celal Ovmen sala 2015'an li Kobanê şehîd ketibû.