Cenazeyên 4 kesên li Bendava Malabadê fetisîn, hatin veşartin

Cenazeyên 4 kesên ku ji bo xwe hênik bikin ketibûn nava Bendava Malabadê ya li Farqînê û lê fetisîbûn, li ber hev hatin veşartin.

Dayik Karabûlût ku tevî zarokên xwe Nîsanûr û Ayşenûr û xwişka xwe Hava Kaya ji gundê ZAîlan ê navçeya Hezro ya Êlihê ji bo pîknîkê hat gundê Bêzwan ê navçeya Farqîn a Amedê, li Bendava Malabadê fetisîn.

Cenazeyê 4 kesan ji bo otopsiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyûbî ya li Amedê. Piştre li gundê Zîlan hatin veşartin.