Dayikên Laçik Spî yên ku li ber AKP'ê rûniştin hatin destgîrkirin

Dayikên Laçik Spî yên ku li ber Seroktiya Bajêr a AKP'ê ya Amedê rûniştin 3 ji wan hatin destgîrkirin.

Dayikên Laçik Spî li ber avahiya Seroktiya Bajêr a AKP'ê ya Amedê bi pankarta ''Dayik aştiyê dixwazin'' çalakiya rûniştinê kirin. Dayikên ku çalakî kirin hatin destgîrkirin.

Nehiştin ku dayik nêzî avahiyê bibin û bi mînîbûsan hate xwestin ku wan ji qadê dûr bixin. Lê ji dayikên ku nexwestin li mînîbûsê siwar bibin 3 jê hatin destgîrkirin.

Diyar bû ku yek ji dayika ku hatî destgîrkirin Aysel Tufan e.