DBP û TJA: Manîfestoya Civaka Demokratîk komplo pûç kir

DBP û TJA'yê komploya 9'ê Cotmehê ya li ser Rêber Apo şermezar kirin û diyar kirin ku Manîfestoya Civaka Demokratîk komplo pûç kiriye.

Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) di salvegera 27'emîn a komploya navneteweyî de daxuyaniyek dan û 'komploya navneteweyî' şermezar kirin.

DBP û TJA'yê diyar kirin ku Rêber Apo bi Manîfestoya Civaka Demokratîk û Paradîgmaya Neteweya Demokratîk komplo pûç kiriye.

Di daxuyaniya DBP'ê de hate ragihandin ku li gel tecrîda giran a li Îmraliyê Rêber Apo li ser bingeha "azadiya jinê, hevsengiya ekolojîk û demokrasiya gelan" perspektîfa çareseriyê afirand.

DBP'ê got, "Em bang li raya giştî ya Kurdistanê, Tirkiye û navneteweyî dikin ku piştgiriyê bidin banga 'Aştî û Civaka Demokratîk' a Birêz Ocalan. Her wiha heta ku Birêz Ocalan neyê berdan, wê li Rojhilata Navîn aştî û aramiyeke mayinde pêk neyê. Ev yek rastiyeke dîrokî ye."

TJA'yê jî ragihand ku armanca komployê tinekirina hêviya azadiyê ya gelekî bû û destnîşan kir ku berxwedana bi pêşengiya jinan hate meşandin ev plan têk bir.

Tevgera Jinê destnîşan kir ku rêya herî bi bandor a pûçkirina armancên komployê Manîfestoya Civaka Demokratîk e û got, "Heta ku em xwe bigihînin armanca xwe ya Rêbertiya azad û jin a azad, civaka azad, em ê têkoşîna xwe bilind bikin."