Dengên li Kerkûkê ji nû ve têne jimartin
Yek ji deverên Iraqê ku herî zêde gilî û gazin li ser hîleyên di hilbijartinê de lê hate kirin, Kerkûk e. Li herêma Kerkûkê deng ji nû ve têne jimartin.
Yek ji deverên Iraqê ku herî zêde gilî û gazin li ser hîleyên di hilbijartinê de lê hate kirin, Kerkûk e. Li herêma Kerkûkê deng ji nû ve têne jimartin.
Hilbijartina parlamenta Iraqê roja 12'ê Gulanê hatibû kirin. Gelek gilî û gazin hatin kirin ku di hilbijartinê de fen û fût hatine kirin. Yek ji herêmên Iraqê ku herî zêde gilî hatin kirin Kerkûk e.
Li Kerkûkê deng bi destan têne jimartin. Komîsyona Hilbijartinê diyar kir ku wê di nava çend rojan de li şeş wîlayetên din jî deng bi destan werin jimartin.
Di hilbijartinê de koalîsyona lîderê Şîa Muqteda Sadr bi ser ketibû. Li Iraqê hîn hikumet ava nebûye, lê lêgerîn û bazariyên li ser tifaqê dewam dikin. Dawiya meha Hezîranê Serokwezîr Haydar El Ebadî û Sadr gotibûn ku her du blokên siyasî li ser tifaqê li hev kirine.