Depoyeke çekan a li Silêmanî teqiya

Li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê, li depoyeke çekan teqînek pêk hat. 2 pêşmerge ji ber teqînê birîndar bûn.

Li depoya çekan a li bajarokê Tasluce ya bajarê Silêmanî doh bi şev saet 22:30'î teqînekê rû da.

Rayedarê Polîs û Çapemeniyê yê Silêmanî Serdar Mihemed ji RojNewsê re axivî û diyar kir ku ew nizanin bê teqîn ji ber çi pêk hatiye.

Rayedarê YNK'ê Emîd Ehmed Letîf jî got, 2 pêşmerge ji ber teqînê birîndar bûne.

Piştî teqînê agirekî mezin bi depoyê ket.