Dewleta Tirk gundê Osmana bombe kir

Artêşa Tirk gundê Osmana yê Amediye yê Başûrê Kurdistanê bombe kir.

Li gorî nûçeya Roj Newsê balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker şevê dî bi derengî gundê Osmana yê bajaroka Bageşkê ya Amediyê bombe kir.

Hate gotin derbarê bombekirinê agahiyên zelal nehatine bidestxistin, demeke dirêj bombe hatine avêtin.

Artêşa Tirk a dagirker şevê dî ji qereqola Kanîmasiyê hawan avêtibû û li gundê Ravîna ya Kanîmasiyê ya Amediyê  sivîlekî bi navê Macîd Silêman  Permos kuştibû.