Dewleta Tirk gundên Amêdiyê bombe dike

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker derdorî du gundên girêdayî navçeya Amêdiyê ya Başûrê Kurdistanê bombe kir.

Balafirên şer di saetên şevê de bombe li derdorî gundên Çeqela û Birîfka yên herêma Berweriyan a girêdayî navçeya Amêdiyê ya Dihokê barandin. Agahiyên li ser êrîşê nehatin bidestxistin.

Berî vê jî balafirên şer bobme li devera Kortek a Çiyayê Qendîlê barandibû, şewat li herêmê derketibû.

Di demên dawî de êrîşên dewleta Tirk ên li ser jîngehên welatiyên sivîl ên li Başûrê Kurdistanê zêde bûye.