Dewleta Tirk li Bismilê zarok girt

Li navçeya Bismilê ya Amedê piştî çalakiya bi molotof a li dijî avahiya AKPê 4 jê zarok 6 kes hatin girtin.

Di 29’ê Hezîranê de li Bismila Amedê bi molotofan li avahiya AKP’ê hatibû xistin. Derbarê vê çalakiyê kes hatin girtin.

M.Ç. (16), M.S. (16), Î.A. (19), A.T. (16), Y.o. (18) û B.S. (17) piştî ku îfadeya wan hate stendin, hatin girtin.

Kesên tên darizandin bêyî delîl û îspat bi awayekî sîstematîk tên girtin.