‘Divê komkujiya Kortekê bibin qada navnetewî’
Rêxistinên civaka sivîl a Başûrê Kurdistanê komkujiya Kortekê ya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatî kirin, şermezar kirin û li Helebceyê jî çalakiya protestoyê hate astengkirin.
Rêxistinên civaka sivîl a Başûrê Kurdistanê komkujiya Kortekê ya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatî kirin, şermezar kirin û li Helebceyê jî çalakiya protestoyê hate astengkirin.
Ji rêxistinên civaka sivîl a Başûrê Kurdistanê, Federasyona Girtiyên Siyasî û Rêxistina Têkoşîna li Dijî Êşkence û Darvekirinan (ORTE) bi daxuyaniyekî hevpar komkujiya Kortekê ya ku duh ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatibû kirin li Başurê Kurdistanê şermezar kirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku divê hikûmeta Iraq û hikûmeta Herêma Kuridstanê komkujiya Kortekê ku 3 kes hatibûn qetilkirin û 5 kes jî birîndar bûbûn bibin dadgehên navnetewî. Li aliyê din bang li parlamento, partiyên siyasî, rojnameger û rêxistinên civaka sivîl hate kirin ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi ser Başûrê Kurdistanê bêdeng nemînin û bikevin nava tevgerê, hate kirin.
LI HELEBCEYÊ ÇALAIYA PROTESTOYÊ HATE ASTENGKIRIN
Li aliyê din Hêzên Asayîşa Helebceyê çalakiya protestokirina komkujiya Kortekê asteng kirin.
Di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li Çiyayê Kortekê de 3 welatiyên sivîl hatibûn qetilkirin û 5 welatî jî birîndar bûbûn. Welatiyên Helebceyê xwestin êrîşê protesto bikin lê ji aliyê Hêzên Asayîşa Helebceyê ve hatin astengkirin.