Gelê Silêmanî li hember dagirkeriya dewleta Tirk dadikeve qadan

Şêniyên Silêmaniyeyê wê îro êvarê dakevin qadan û êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar bikin.

Li dijî dewleta Tirk a dagirker ku doh bi şev bi hevdemî bombardûman li Mexmûrê, Şengalê û Herêmên Parastinê yên Medyayê kir, wê li Silêmaniyeyê çalakiyeke şermezarkirinê pêk were.

Çalakî wê vê êvarê saet di 18:00 de li Baxê Giştî dest pê bike. Girseya gel wê heta kolana Salim (Saholeka) bimeşe.