Gerîla Erdalan: Şerê li Lêlîkanê şerê ji bo rûmetê ye
Gerîlayên HPG û YJA Starê li dijî êrîşên dewleta Tirk bi heman e li Lêlîkanê li ber xwe didin. Baran Erdalan ku yek ji van gerîlayan e got, li Lêlîkanê şer ji bo rûmetê tê kirin.
Gerîlayên HPG û YJA Starê li dijî êrîşên dewleta Tirk bi heman e li Lêlîkanê li ber xwe didin. Baran Erdalan ku yek ji van gerîlayan e got, li Lêlîkanê şer ji bo rûmetê tê kirin.
Berxwedana li Lêlîkanê li dijî êrîşên dewleta Tirk tê nîşandan, kete meha 5'an. Gerîlayên ji gelek neteweyan cihê xwe di nava vê berxwedana PKK'ê de digirin. Yek ji van jî Baran Erdalan ê ji Tirkmenîstanê ye. Erdalan sala 2015'an tevlî nava refên PKK'ê bû.
Gerîla Baran Erdalan diyar ki rku fermandarê mezin ê gerîla Egîd (Mahsûm Korkmaz) gelekî bandor li wî kir û got, "Dayika min ji Tirkmenîstanê ye, bavê min jî ji Sêrtê ye. Ez li Tirkmenîstanê ji dayik bûm û li wir mezin bûm. Dema ku ji bo xwendina zanîngehê çûm Stenbolê, hîn bûm ku bavê min Kurd e. Dema 13 salî bûm bavê min jiyana xwe ji dest da."
'PIŞTÎ DEMEKE DIRÊJ HÎN BÛM KU KURD IM'
Erdalan diyar kir ku dayika wî qet jê re negot ku ew Kurd e û wiha dewam kir: "Min timî ji dayika xwe dipirsî bê çima xizmên min ên ji aliyê bav nîne. Hîn di zarokatiyê de gelek tişt bi min ecêb dihat. Ji ber ku li Kurdistanê timî komkujî dihate kirin, em jê ditirsiyan. Dayika min jî ji ber zext û şîdeta dewletê ya li Kurdistanê nedixwest ku ez zanibim ku Kurd im û nedixwest biçim Kurdistanê. Lê belê dema çûm zanîngehê hîn bûm ku Kurd im û xizmên min li Sêrtê ne. Piştî demeke dirêj min apên xwe nas kir."
Gerîla Erdalan Tevgera Azadiyê ya Kurd li zanîngehê nas kir û got, "Di şexsê fermandarê mezin Egîd de tevgera PKK'ê bala min kişand. Roj bi roj min xwest hîn bêhtir nas bikim. Ji ber vê yekê çûm Kurdistanê."
'TÊKOŞÎN WEZÎFEYEK JI BO MIROVAHIYÊ YE'
Erdalan li tevlîbûna xwe ya li nava refên têkoşîna neteweyî wiha axivî: "Sala 2014'an dema berxwedana Kobanê bû. YPG û YPJ li dijî DAÎŞ'ê ku êrîşî Rojavayê Kurdistanê kiribû, bi kleşan şer dikirin. Berxwedaneke bêhempa bû. Ez jî yek ji wan bûm, lê gelekî ji wan dûr û xerîb bûm. Sala 2015'an li Enqereyê li mîtînga HDP'ê komkujî hate kirin. Di wê teqînê de apê min jî şehîd bû.
Wê komkujiyê gelekî bandor li min kir. Piştre hêrsa min a li dijî dewleta faşîst mezintir bû û weke zarokê welatekî ku tinekirin li ser gelê wî tê ferzkirin, hîn bêhtir bi têkoşînê hesiyam. Bi demê de min cihê xwe di nava karê ciwanan de girt. Li pêşberî komkujiyên dihatin kirin, nedibû ku ez di nava wê sîstemê de bimam. Beriya Kurdbûnê ev yek wezîfeyeke mirovahiyê bû."
LI NAVA REFÊN GERÎLA HÎNÎ KURDÎ BÛ
Erdalan diyar kir ku dema tevlî nava refên gerîla bû ew qet bi Kurdî nizanîbû, lê zû hîn.
Baran Erdalan ku yek ji wan gerîlayên li Lêlîkanê li dijî êrîşên dewleta Tirk li ber xwe dide, qala berxwedana li Lêlîkanê kir. Erdalan da xuyakirin ku şerê li Lêlîkanê şerê ji bo rûmetê ye û destnîşan kir, hêza mirovan teknîka sedsala 21'ê têk biriye. Erdalan got, "Dewleta Tirk a dagirker dixwest xaka me bi rengekî mayinde dagir bike. Lê poşman bû. Ya li hemberî me artêşek ji teknîkê ye. Ji xwe leşkerên wan ne xema wan e. Bi sedan leşker hatin kuştin, lê ti ji wan eşkere jî nekirin. Taktîkên gerîla neqediyan, ti carî jî naqedin. Îdîaya me ya ji bo serketinê mezin e."