HDP li Silêmaniyê bi Partiya Nifşê Nû re civiya

Heyeta HDP’ê li Silêmaniyê çû serdana Partiya Nifşê Nû. Di serdanê de hate diyarkirin ku divê gelê Kurd di vê pêvajoyê de gelekî xurt be.

Heyeta HDP’ê di çarçoveya yekîtiya neteweyî de li Silêmaniyê çû serdana Partiya Nifşê Nû.

Heyeta HDP’ê ya ku parlamenterên HDP’ê Osman Baydemîr, Îmam Taşçier, Bedran Ozturk, Endama Lijneya Rêveber Zeyneb Boga jî di nav de ne, ji aliyê Serokê Tevgera Nifşê Nû Şaswar Ebdulwehîd û endamên encûmeniya Nifşê Nû Aram Seîd, Serkewt Şemsedîn, Kamûran Gûlpî, Evîn Dara û Şine Ebdulezîz ve hate pêşwazîkirin.

Piştî civînê parlamenterê HDP’ê Îmam Taşçîer û berpirsê peywendiyên Nifşê Nû Aram Seîd daxuyaniyeke hevbeş dan çapemeniyê.

Parlementerê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier di daxuyaniya çapemeniyê de got; “Dem dem, dema gelê Kurd e. Niha tifaq û yekîtiya gelê Kurd pir pêwîst e. Em bi hêvî ne ku di nava gelê Kurd de yekîtiya neteweyî ava bikin. Hewldanên me jî di vê çarçoveyê de ne. Ew ê gelê Kurd bi ser bikeve.

Piştre jî berpirsê peywendiyên Nifşê Nû Aram Seîd axivî û got; “Demek dirêj e ji bo lidarxistina kongreya neteweyî xebat tên kirin. Divê li hemberî kêşeyên ku hene em alîkariya hev bikin. Di rewşên pêwîst de divê hêzên Kurd alîkariya hevdû bikin.”

Heyeta HDP’ê ew ê piştre biçe serdana Partiya Sosyalîst.