Hejmara kesên li Mêrdînê hatin destgîrkirin bû 5 kes

Li Mêrdînê piştî ku Hevserokê DBP'ê yê Merdînê Şehmûs Sûn û endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Sedat Ay jî hatin destgîrkirin hejmara kesên li bajêr hatin destgîrkirin bû 5 kes.

Hevşaredarê Nisêbînê Ferhat Kût, endamê Meclîsa Şaredariyê ya Nisêbînê Mehmet Emîn Alkan û Hevseroka DBP'ê ya Mêrdînê Leyla Bozkûrt hatibûn destgîrkirin.

Di çarçoveya operasyonê de her wiha Hevserokê DBP'ê yê Mêrdînê Şehmûs Sûn û endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Sedat Ay hatin destgîrkirin.

Di çarçoveya lêpirsînê de ku ji Mêrdînê tê birêvebirin Hevşaredara Bismilê Gulşen Ozer jî hatibû destgîrkirin.