Hevşaredarê DBP'yî hate girtin

Hevşaredarê Bajarokê Komurê yê Semsûrê Huseyîn Yûka ku hatibû destgîrkirin hate girtin.

Li navçeya Komur a Semsûrê, piştî şerê ku 4 leşkerên Tirk tê de hatin kuştin, çekdarên dewleta Tirk avêtibûn ser mala Hevşaredarê Bajarokê Komurê Huseyîn Yûka yê DBP'yî û Yûka destgîr kiribûn. Tevî Yûka Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Gergerê Mahmût Ozdemîr û Hasan Tûnç hatin girtin.

Yûka, Ozdemîr û Tûnç xistin Girtîgeha Semsûrê.