Hevseroka KCD'ê Leyla Guven hat binçavkirin

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven li Amedê li ber mala xwe hat binçavkirin.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven li Amedê li ber mala xwe hate binçavkirin. Guven piştî kontrola tenduristiyê ji bo îfadeyê birin emniyetê. Hate hînbûn ku Guven di çarçoveya lêpirsîna  bi hînceta axaftinên bi rêya telefonê bi Stêrk Tv re kiriye, hate binçavkirin.

Duh ji ber daxuyaniyên Guven yên di der barê Efrînê de, lêpirsîn hatibû vekirin.