Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Nisêbîn a Mêrdînê Ferhat Kût di serdegirtina polîsan a li ser mala wî de hate binçavkirin. Kût ê birin Midûryeta Emnbiyetê ya Navçeyê, hat zanîn ku ji ber tevlî daxuyaniya protestokirina êrîşên li dijî Efrînê ya danê sibehê bûye hatiye binçavkirin.
ENDAMA HDP’Ê HATE BINÇAVKIRIN
Endama HDP’ê Remziye Saygin Menguç dema di saetên şevê de li Kolana Yenîkoy ya girêdayî naçeya Rezanê diçû malê ji aliyê polîsên li kolanê ve hate binçavkirin. Polîsên ku Saygin li kolanê rawestan û daxwaza nasnameyê kirin, piştre binçavkirin. Ne hate zanîn bê ka çima û ji ber çi Saygin binçavkirine.