Hêzên Îranê kolberekî din qetil kir

Hêzên rejîma Îranê li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê kolberekî din qetil kir.

Di destê êvarî de di navbera gundê Nûdşe yê bajarê Pawe yê Rojhilatê Kurdistanê û bajaroka Tewelê ya Helepçeyê ya Başûrê Kurdistanê kolberê bi navê Ezîm Ehmedî ji aliyê hêzên rejîma Îranê hate qetilkirin.

Hate diyarkirin ku Ezîm Ehmedî li ser nifûsa bajarê Newsûd ê Rojhilatê Kurdistanê ye û 3 zarokên wî hene.