Hêzên rejîma Îranê kolberek dî jî kuşt

Hêzên rejîma Îranê li ser sînorê navçeya Çaldiran a Ûrmiyeyê kolberê bi navê Nîmet Şehbaz Heyderan yê 30 salî kuşt.

Hêzên rejîma Îranê li sînorê Rojhialt (Rojhilatê Kurdistan) û Bakurê Kurdistanê êrîşî komeke kolber kir. Di êrîşa hêzên rejîmê ya li sînorê navçeya Çaldiran a Ûrmiyeyê de kolberek hate kuştin.

Li gorî nûçeya Kolbernewsê, kolberê bi navê Nîmet Şehbaz Heyderan (30) hate kuştin. Heyderan ji gundê Îsa Gulêkî yê navçeya Çaldiran e û xwediyê 2 zarokan e.