Ji dewreyeke nû ya perwerdeyê 20 gerîla mezûn bûn

Akademiya Ş. Mehmet Goyî ku li qadên gerîla hatibû vekirin dewreya perwerdehiyê qedand.

Gerîlayên ku perwerdehiya ya xwe ya sê mehan dîtin kelecanî bûn. Ji ber sedema şertên zivistanê perwerdehî li cihekî girtî hate kirin, dawiya perwerdehiyê jî bi dîmenên rengîn bi dawî bû.

Bi qasî 20 gerîla mezin bûn. Destpêka dewreyê gerîla ketine rêza leşkerî. Piştre jî fermandarên HPG, YJA-Starê hazir bûn.

Piştî axaftina fermandaran gerîlayên ku perwerdehiya xwe qedandin sond xwarin û nasnameyên xwe standin. Piştre jî skeç û koroyên ku gerîla hazir kiribûn hatin nişandan.

Yek ji fermandarê HPG’ê Dijwar Govend li ser perwerdehiyê got, ‘’2012’an di şerê şoreşgerî yê gel de Mehmet Goyî yek ji fermandarê pêşeng bû. Piştî şehîdbûna wî ji bo ku bîranîna wî were jiyîn akademî hate vekirin’ û wiha domand: ‘’Ev encama nêzîkatiya PKK’ê ya li şehîdan e. Ji bo ku hemû gerîlayên di yekîneyan de li ser çekên navîn û giran bibin pispor akademiyên wiha hatine vekirin. Her wiha ji bo ku di qada îdeolojîk de kûrbûnek çêbibe ev hatin vekirin. Dîsa ji bo ku di serdema pêş me de pêngavên girîng werin avêtin akademiya Mehmet Goyî hate vekirin.

Hemû gerîlayên ku ji akademiye mezun bûne bi wê îdîa û hewldanê ne ku weke wî bibin fermandar û şervan. Bi berdewamiya vê akademiye me jî akademî vekir û di vê dewrê de me 20 şervan perwerde kirin. Dewreya perwerdehiyê bi ser keftî bi dawî bû. Gerîlayên ku mezun bûne ji niha û pê de ji bo ku pratîkeke baş bikin kelecanî ne. Em jî di wê hewldanê de di serî de ji bo azadiya Rêber Apo, ji bo gelê Kurd peywira xwe bi cih bîne hewl didin.’’

Yek ji şagirtan Rotînda Cûdî jî got: ‘’Perwerde qediya. Perwerde ya îdeolojîk û leşkerî bû. Em di pêvajoyeke girîng de ne. Ji bo ku em bersivê bidine girîng û rihê vê pêvajoyê em bi hemû baldariya xwe tevlê perwerde bûn. Ji bo ku em tola şehîdan bistînin û azadiya Rêbertiya xwe û gelê Kurd pêk bînin em tevlî perwerdehiyê bûn. 8’ê Adarê ji bo hemû jinên cîhanê pîroz e. Em jî bi wê kelecaniyê ne. Encex jinên ku ji bo azadiyê li ber xwe didin dikarin koletiyê têk bibin. Em jî bi rihê 8’ê Adarê li dijî faşîzmê bi hemû hêza xwe li ber xwe bidin.

Tevahiya zivistanê me li akademiya Mehmet Goyî perwerde dît. Em li ser felsefeya Rêbertî kûrbûn. Di perwerdehiyê de armanca me ew bû ku em di hêla îdeolojîk û leşkeri de bibin pispor. Em dikarin bibêjin ku me armanca xwe pêk aniye. Ji bo ku em bersiveke hewce bidin dijmin haziriyên me hene. Me salên bihurî me tecrûbeyek girt. Ez berxwedana Efrînê slav dikim. Ji ber 8’ê Adarê berxwedana jinan slav dikim. Em dizanin ku berxwedana jinan wê azadiyê bîne. Hevrêyên jin xwedî berxwedaneke mezin in. Ji bo şehîdan jî dibêjim, em bi rih û bîranîna wan dijîn. Ji bo ku em tola şehîdan hilînin em ê bi hemû rih û hêza xwe têbikoşin.’’

‘’YEK ŞEHÎD DIBE, BI SEDAN JÊ DIVEJIN’

Gerîlayê bi navê Birûsk jî got, ‘’Navê dewrê Ş. Barzan Mûrat e. Heval Barzan beriya niha li vir dima. Akademî li ser navê wî hate vekirin. 20 gerîla jê mezûn bû. Dibe ku Barzan şehîd bûbe lê 20 gerîla ji bo bîranîna wî hatin perwerdekirin. Ev gerîla hazir in ku tola Barzanû şehîan hilînin. PKK tiştekî wiha ye. Yek şehîd dibe bi sedan vedijin. Piştî şehîdbûna fermandarê pêşeng Mehmet Gotî jî bi hezaran gerîla perwerde bûn û li dijî dijmin şer kirin.’’