Kolberekî Kurd jiyana xwe ji dest da

Li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, cenazeyê kolberekî Kurd hate dîtin.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, duh li gundê Kelaşînê yê bajarê Şino ku dikeve ser parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, cenazeyê kolberekî Kurd ê bi navê Hîwa Mistewfî hate dîtin.

Li gorî agahiyên hatin wergirtin, Hîwa Mistewfî bi sedema sir û seqemê jiyana xwe ji dest daye.
 
Hêjayî gotinê ye ku bi hatina werza sermayê re, rewşa kolberên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê zehmettir bûye.