Li Çelê çalakiya sûîqestê: Leşkerek hate kuştin

HPG'ê ragihand ku li Çelê di encama çalakiyeke sûîqestê de leşkerekî Tirk hatiye kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û li ser çalakiya gerîla ya 5'ê Çileyê ya li Çelê agahî da.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "5'ê Çileya saet 13:30'î li navçeya Çelê ya Colemêrgê, hêzên me li dijî leşkerên artêşa TC a dagirker ên li qereqola Çeperê Şêxa çalakiyeke sûîqestê kirin. Di encamê de leşkerek hate kuştin."