Li Çemçemal û Kifrî qedexeya derketina derve

Li navçeyên Kifrî û Çemçemalê qedexeya derketina derve hate îlankirin.

Li navçeya Çemçemal a Silêmanî û navçeya Kifrî ya Germiyanê heta fermana duyemîn qedexeya derketina kolanan hate ragihandin.

Qeymeqamtiya Çemçemalê ragihand qedexeya derketina kolanan ji saet 20:00’an û şûnde destpê dike.

 

Her wiha Qeymeqamê Çemçemalê diyar kir ku qedexe tenê ji bo navenda navçeyê derbasdar e, anî ziman ku saziyên fermî yên hikûmetê wê bikevin betlaneyê.