Li Amedê 18 kes hatin binçavkirin

Li Amedê di serdegirtinên malan de 18 kes hatin binçavkirin.

Operasyonên qirkirina siyasî yên  rejîma AKP’ê ya li dijî vîna gelê Kurd didomin.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve ji ber parvekirinên medyaya civakî di derbarê dehan kesan de lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de yekîneyên girêdayî Şûbeya TEM’ê îro bi ser 30 navnîşanan de girt. Di serdegirtinan de 18 kes hatin binçavkirin.

Kesên hatine binçavkirin li Midûriyeta Emniyetê ya Amedê ne.