Li Amedê 2 kes hatin destgîrkirin

Li Amedê di operasyonên qirkirina siyasî de 2 kes hatin destgîrkirin.

Li Amedê polîsan danê sibehê avêtin ser malan. Di serdegirtinan de Endama Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Ceylan Aslan û Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Jiyan Taş hatin destgîrkirin.

Kesên hatin destgîrkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Amedê.