Li Baglarê ji bo bîranîna Cansiz, Dogan û Şaylemez çalakî hate kirin

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Rizgar Derxust ji bo bîranîna Cansiz, Dogan û Şaylemez di 7'ê Çileyê de li navçeya Baglar a Amedê li dijî wesayita zirxî ya polîsan a li dewriyeyê digeriya çalakiyek pêk anî.

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Rizgar daxuyaniyeke nivîskî wşeand û ragihand, ku ji bo bîranîna Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, li navçeya Baglar a Amedê çalakiyek kirine.

Di daxuyaniyê de hate gotin, çalakî li kolana Fatîhê bi bombeyê li dijî wesayita polîsan a zirxî hate kirin û xisar li wesayitê bû.