Li Basanê artêşa Tirk dest bi operasyonekê kir

Artêşa Tirk a dagirker li bejahiya navçeya Basan bi desteka hewayî dest bi operasyoneke leşkerî kir.

Li devera li pêşberî Qesra Elo Dîno ya li ser rêya Gasan bi tevlîbûna gelek leşker û wesayîtên zirxî operasyoneke leşkerî hate destpêkirin.

Beriya operasyonê qepaxên Bendava Ilisû hate vekirin û asta ava Çemê Dîcle bilind bû, hate ragihandin ku duh di saetên şevê de tevgera Balafirên Keşfê yên Bêmirov jî hebûn.