Li Başûrê Kurdistanê êrîşên hewayî

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker herêmên Deşta Kafiya û Bergaêr yên girêdayî navçeya Şêladizê ya Başûrê Kurdistanê bomberdûman kirin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker saet 15:30’î de bombe li herêmên Deşta Kafiya û Bergaêr yên girêdayî navçeya Şêladizê ya Başûrê Kurdistanê barandine.

Têkildarî encamên bomberdûmanê agaiyên zelal nehatin bidestxistin, li herêmê hê jî balafirên keşfê yên bê mirov difirin.