Li Bedlîsê ‘qedexeya derketina derve’ hate ragihandin

Dewleta Tirk li Bedlîsê amadekariyên êrîşekê dike û li 8 gund û 3 gundikan ji bo rojekê ‘qedexeya derketina derve’ ragihand.

Artêşa Tirk li Bedlîsê ji bo êrîşên xwe li 11 cihan ‘qedexeya derketina derve’ îlan kir.

Li van gund û gundikan ‘qedexeya derketina derve’ hate îlankirin:

Gundên Oleka Jor, Oleka Jêr, Balcilara Jêr, Balcilara Jor, Ilıcak, Ogûlcak, Başmakli, Uçevler û gundikên Kalûpat, Karakûş û Dûtkoyê.