Li bejahiya Lice, Pasûr û Çewlîgê operasyon

Operasyona leşkerî ya li navçeyên Lice û Pasûrê yên Amedê didome, îro jî bi tevlîbûna bi hezaran leşker artêşa Tirk a dagirker li bejahiya Lice, Pasûr û Çeqlîgê operasyon da destpêkirin.

Di demên dawî de operasyonên artêşa Tirk a dagirker ên li navçeyên Lice û Pasûr yên Amedê zêde bûn, li gorî çavkaniyên xwecîhî îro jî bi beşdariya bi hezaran leşkeran artêşa Tirk a dagirker li bejahiya Lice, Pasûr û Çewlîgê operasyon da destpêkirin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, artêşa Tirk a dagirker bi desteka balafirên keşfê (ÎHA)  û helîkopteran leşkeran li girên bilnd datîne.